Di erheja li Myanmarê de hejmarê mirîyan 3 hezar û 500 kesan derbas kir

Di erdhejên ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de hejmarê mirîyan 3 hezar û 500 kesan derbas kir, ji 5 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Di 28ê Adarê li Myanmarê du erdhejên mezin pêk hatin, di encamê de gelek mirî û birîndar çêbûn.

Di daxuyanîya ku ji teref teşkîlata îtfaîye ya Myanmarê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ekîbên ku ji Hîndistan, Malezya û Sîngapurê hatibûn wezîfeyên xwe temam kirin û ji welatên xwe re vegerîyan.

Hat diyarkirin ku li Mandalayê di bin kavilên avahîyekî ku hilweşîyabû de cesedê 10 kesan hatin derxistin.

Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de hejmarê mirîyan derket 3 hezarû 564 kesan, hejmarê birîndaran jî 5 hezarî derbas kir û ji 200î zêdetir mirov jî winda ne.

Baran û baya ku tesîrdar bû xebatên xelaskirinê kir nav zehmetç.

Sazîya civaka sîvîl a bi navê Save the Children, diyar kir ku şilî, rîska belavbûna nexweşînan zêde dike.

Li nêzê herêma Sagainga Myanmarê, di 28ê Adarê de di mezinahîya 7,7, û 6,4an de du erdhejên mezin pêk hatin.

Erdhej, li welatên cîran wek Tayland û Çînê jî hat hîskirin. (ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar