Di êrîşa bombeyî ya li Îranê de hejmarê mirîyan 100 kes derbaskir

Li bajara Kîrmanê di yadkirina Qasim Silêmanî de du bûmbe hatin teqandin. Di encama teqînan de 103 kes mirin, 188 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa xeber a fermî yê Îranê (IRNA) li bajara Kîrmanê ji bo salvegera mirina General Qasim Silêmanî bernameya yadkirinê hat tertîpkirin. Di bernameyê de 2 teqîn pêk hatin.

Hat diyarkirin ku teqîna ewil 700 metre dûrê tirbeya Silêmanî pêk hat, teqîna duyem jî kîlometreyekî dûrê tirbeyê pêk hat.

Hat îfadekirin ku piştî teqînê, xelk ji herêmê derketin û ji cîhê bûyerê re gelek ambûlans hatin sewqkirin.

Di encama teqînê de li gorî diyarîyên ewil 103 kesan canê xwe ji dest dan, 188 kesan jî birîndar bûn. Tê endîşekirin ku hejmarê mirîyan zêde bibe.

General Qasim Silêmanî yê Fermandarê Hêzê Qudsê yê ku girêdayê Hêzên Pasdarê Şoreşê Îranê ye, ji teref Emrîqayê ve 4 sal berê li Iraqê hatibû qetilkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno