Di êrîşa hewayî de 3 kur û 4 neviyên Îsmaîl Heniyê şehîd bûn

3 zarok û 4 neviyên Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Heniye di êrîşa hewayî ya ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li ser Xezeyê hat kirin de şehîd bûn.

Di êrîşa hewayî ya ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li ser Şatî ya li Xezzeyê hat lidarxistin de 3 zarok û 4 neviyên Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Heniye şehîd bûn.

Heniye di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku kur û neviyên wî canê xwe ji dest dane û diyar kir ku zarokên wî Hazem, Amir û Mihemed in û got, " Bi vê êş û xwînê em ji bo gelê xwe, ji bo doza xwe û netewa xwe hêvî, siberoj û azadiyê diafirînin.”

Heniye got, "Eger dijmin difikire ku em ê bi kuştina kurên xwe helwesta xwe biguherînin, xewnan dibîne."

Heniyye diyar kir ku di erişen siyonîstan de heta niha 60 ferdên malbatê canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno