Di êrîşa ku li qereqola hidûdê hat kirin de 3 PYDyî hatin kuştin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji alîyê Sûrîyêêrîş li qereqola hidûdê hat kirin, di pevçûna ku di encama êrîşê hat kirin de 3 PYDyî hatin kuştin.

Hat ragihandin li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji alîyê Sûrîyê ji teref endamên PYD/PKKê ve êrîş li qereqola hidûdê hat kirin, di pevçûna ku di encama êrîşê hat kirin de 3 PYDyî hatin kuştin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin piştî operasyona Efrînê ya ku ji teref TSKyê ve hat destpêkirin re li ser xeta sînorê li dijî êrîşan tedbîrên ewlehîyê hatin zêdekirin.

Hat diyarkirin ji Qamişloya Sûrîyê gule hat berdan Qereqola Hidûdê ya bi navê Faruq Gezen, di encama guleyên ku hatin berdan bi tank û obusan bersiv hat dayîn. Di encama pevçûna ku derket de 3 endamên PYD/PKKê hatin kuştin.

Hat hînbûn di êrîşa ku li qereqolê hat kirin de tiştek bi tu kesî nehat.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin