Di êrîşa li Daxistanê de hejmarê mirîyan zêde bû: 15 jê polês 20 mirî

Li herêmên Derbend û Maxaçkaleya Daxistanê bi çekan êrîş hatibû lidarxistin, di encama wê êrîşê de 15 jê polês 17 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Ji teref mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve li Derbend û Maxaçkaleyê bi çekan êrîş li du Dêr, Sînegog û qereqoleke polêsan hat lidarxistin.

Li gorî çapemenîya Rûsyayê bi tevî çend sîvîlan 20 polês mirin, 13 polês jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin li Derbendê rahîbek li Maxaçkaleyê jî ji ber ku katedral hatîye bombekirin nobedarekî dêrê mirîye. Di êrîşê de dêr û sînegog jî şewitîn.

Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket lê hat diyarkirin ku herî kêm 4 êrîşdar jî hatine kuştin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin