Di êrîşa TUSAŞê de 5 kes canê xwe ji dest dan 22 kes jî birîndar bûn

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di êrîşa li dijî tesîsên Kahramankazana Enqereyê ya TUSAŞê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Kahramankazana Enqereyê li ber Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk (TUSAŞ) êrîş hat kirin.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di êrîşê de hejmarê mirîyan derket 5 kesan, hejmarê birîndaran jî tevahî 22 kes in.

Wezîr Yerlîkaya, mirovên ku di êrîşa li djiî TUSAŞê de birîndar bûne li nexweşxaneyê zîyaret kir.

Di zîyaretê de Wezîr Yerlîkaya ji endamên çapemenîyê re axivî û weha got, “Mixabin hejmarê şehîdên me bûn 5 kes, temamê birîndarên me jî 22 kes in. Îxtîmalekî mezin e ku êrîş ji teref PKKê ve hatîye kirin, nirxandina me bi vê şeklê ye. Em ê nasnameyên wan û hûrgilîyên dinê dema ku zelal bibin wê bi we re jî parve bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno