Di êrîşên dawîn ên rejima sîyonîst de li Xezzeyê 124 hezar mirov ji cîhê xwe bûn

Neteweyên Yekbûyî (NY), daxuyand ku ji nû ve destpêkirina êrîşên rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê 124 hezar Filistînî dîsa ji cîhê xwe bûn.

Berdevkê NY Stephane Dujarric, piştî hişyarîya tehlîyeyê ku herî dawîn rejima îşxalker li Refahê dabû, diyar kir ku li Xezzeyê nêzê ji sedî 14 bûye herêma qedexekirî.

Dujarric, destnîşan kir ku piştî êrîşên dawîn tenê di nav çend rojan de 124 hezar Filistînî ji cîhê xwe bûn.

Dujjaric, ragihand ku Filistînîyên ku ji cîhê xwe bûne çûne herêma El-Mewasîyê û xwe sipartine nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku di warê xizmetên paqijî û avê de gelek zehmetî û pirsgirêk têne jîyandin, însanên li wê derê carna bi rojan jî nikarin ava ku pê destê xwe bişon jî bibînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin