Di êrîşên sîyonîstan de hejmarê şehîdan gihaşt 18 hezarî

Hejmarê şehîdên Fîlîstînî ên ku li Xezzeyê di encama êrîşa rejîma îşxalker de şehîd bûne derket 17 hezar û 700 kesan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 48 hezar û 780 kesan.

Di encama êrîşa li cîhên camî, nexweşxane, sîvîl û dibistanan a ji teref rejîma îşxalker ve tê kirin de piranîyê wan zarok û pîrek bi hezaran Fîlîstînî şehîd bûn.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand di encama êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst de, di nav 24 seatên dawîn de 213 kes hatin şehîdkirin, di encamê de hejmarê şehîdan derket 17 hezar û 700 kesan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 48 hezar û 780 kesan.

Ji teref NY ve ji bo Xezzeyê daxuyanîya “ji bo sîvîlan cîhekî ewle tineye” hat dayîn û li Xezzeyê jî roj bi roj rewş xerabtir dibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn