Di êrîşên siyonistên îşxalker de 3 hezar û 141 xwendekar şehîd bûn

Hat ragihandin ji 7ê Cotmehê vir ve li Xazze û Şerîaya Rojava di êrîşên siyonistên îşxalker de 3 hezar û 141 xwendekar şehîd bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Rêxistina Îstatîstîkên Navendî yê Filistînî ve raportek hat belavkirin.

Li gorî agahî û rapora ku ji teref Rêxistina Îstatîstîkên Navendî yê Filistînî hat belavkirin ji destpêka êrîşên ku di 7ê Cotmehê dest pê kirin heta niha li Xazze û Şerîaya Rojava di êrîşên siyonistên îşxalker de 3 hezar û 141 xwendekar û 130 mamoste û xebatkarên perwerdehîyê şehîd bûn.

Dîsa li gorî raporê di êrîşên siyonistan de heta niha 4 hezar û 613 xwendekar li Xazzeyê, 250 xwendekar li Şerîaya Rojava birîndar bûn.

Di raportê de hat îfadekirin ku di êrîşên siyonistên terorîstan de bi temamî 45 mekteb bi temamî xera bûn û û 50 mektebên ku girêdayî UNRWAyê jî zirar dîtin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin
Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate