Uzm. Dr. Güngör Çakmakçı yê ku li Beşa Norolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Gemlikê (navçeya Bursayê) wezîfedar e, derbarê nexweşiya felcê û xebatên dermankirinê yên li dijî vê nexweşiyê de daxuyaniyên girîng dan.
Uzm. Dr. Güngör tekez kir ku felç nexweşiyeke wusa ye ku dibe sedema seqetiyên mayînde û mirinê û weha got: "Destpêkirina tedawiyê ya di wextê xwe de û bi awayekî bi bandor, ji bo nexweşan xwedî girîngiyeke krîtîk e. Bi tedaviya vekirina demanan a ku em jê re dibêjin 'Trombolîtîk' û tenê di navbereke demê ya sînordar de dikare were sepandin, armanc ew e ku nexweşên felyê derbas dikin bêyî windakirina demê bigihîjin tedawiya rast û bi bandor."
Güngör diyar kir ku wan di çarçoveya vê nêzîktiya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatî diyarkirin de sepanên pêwîst pêk anîne û weha axivî:
"Bi saya vê nêzîktiyê, em hem beşdarî parastina tevna mejî dibin û hem jî rîska zirara norolojîk a mayînde di nexweşan de kêm dikin. Ev sepana ku bi têgihîştina tedawiya di cih de, di wextê xwe de û bi bandor tê meşandin, ji bo gelê herêmê destkeftiyeke girîng e; her wiha di birêvebirina felyê (înmeyê) ya akût de girîngiya nexweşxaneyên gava duyemîn (ikinci basamak hastaneler) zêde dike."
Güngör di derbarê xalên herî girîng ên ku divê nexweş û xizmên nexweşan di dema felyê (înmeyê) de bala xwe bidinê agahî dan. Wî tekez kir ku nexweşên ku têkçûna axaftinê û lawazbûna aliyekî laş lê tê dîtin, divê bêyî windakirina demê serî li saziyên tenduristiyê yên herî nêz bidin û ji aliyê pisporên peywendîdar ve werin kontrolkirin.