Di Gaza Xwezayî de Tarîfeya Kademeyî

Ji bo aboneyên malan li gorî sînorê xerckirinê rêjeya piştgiriyê dê biguhere; malbatên ku kêm xerj dikin dê bêtir werin parastin.

Li Tirkiyeyê di gaza xwezayî de sepana tarîfeya kademeyî dest pê kir. Li gorî rêziknameya nû ya ku ji aliyê BOTAŞ’ê ve hat eşkere kirin, piştgiriya dewletê dê heta sînorê xerckirinê yê ku ji bo her bajarekî hatiye diyarkirin berdewam bike; di rewşa derbaskirina vê sînorî de rêjeya piştgiriyê dê kêm bibe.

Ji bo aboneyên malan bihayê kademeya yekem wekî 10,625 TL/Sm³, bihayê kademeya duyem wekî 18 TL/Sm³ hat diyarkirin. Ji bo malbatên şehîdan û xaziyan dê tarîfeya taybet were sepandin.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî eşkere kir ku armanca rêziknameyê parastina malbatên kêmderamet û xwedî dahata navîn, teşvîqkirina berhemdariya enerjiyê û bikaranîna dadperwer a çavkaniyan e.

Hat ragihandin ku dê beşeke nêzîkî ji sedî 12’an rasterast ji pergala nû bandor bibe, aboneyên kêm-xerckirin (tüketim) jî dê ji piştgiriyên heyî hîn bêtir sûd werbigirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin