Di hefteya nû da rewşa hewayê

Wê li başûr û rojhilata herêma Marmarayê, rojhilata behra spî, herêma navîn, Behra Reş, rojhilatê behra reş û li rojavayÊ herêma Rojhilata Başûr hewaya şilî tesîrdar be.

Li gorî texmîna Midûrtîya Giştî ya Meteorolojiyê li temamê welat îro rewşa hewayê bi ewr e.

Tê texmînkirin heta dawiya hefteyê wê hewaya sar tesîrdar be. Germahî wê li gor pîvanên demsalê sartir be. Li qismek mezin a welê wê hewaya şilî tesîrdar be. Wê li başûr û rojhilata herêma Marmarayê, rojhilata Behra Spî, herêma navîn, Behra Reş, rojhilatê Behra Reş û li rojavayê herêma Rojhilata Başûr hewaya şilî tesîrdar be.

Heta dawiya heftê li herêmên navîn wî şilî bi berf, baran û şilope be. Li van herêman wê cemed û qeşa pêk bê. Li rojhilat û navîna herêma behra reş û rojhilata herêma Rojhilatê telûkeya aşîtê hebe ji ber vê yekê divê welatî baldar bin. Li qeraxên herêma marmara û Egeyê wê ba rabe. Ji ber vê yekê jî divê welatî tedbîrdar bin.

Heta sê rojên tên li Enqereyê şiliya ne zêde û berf bibare. Germahî jî di bi roj di navbera 2-3 derenceyan de be. Bi şev jî wê germahî di bin sifirê de di navbera 1-2 dereceyan de be. Li Stenbolê heta sê rojan wê şilî hebe. Şilî di nav rojê de wê gur be. Bi şev jî şilope û baran wê bibare. Tê texmînkirin li qismên navîn jî berf wê bibare. Tê texmînkirin li Îzmêrê heta sê rojan wê şilî tunebe, li vê Îzmîrê wê kêm ewrî û pir ewrû hakim be. Lê di li qismê navîn mij hebe. (ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar