Di heqê 85 leşkerî de biryara binçavîyê

Di çarçoveya lêpirsînên rêxistina FETO de Qeyserî wek navend li 18 bajaran derbarê 85 personelên leşkerî de operasyon hat destpêkirin.

Qeyserî wek navend li 18 bajaran di çarçoveya lêpirsînên rêxistina FETO de derbarê 85 personelên leşkerî de operasyon hat destpêkirin.

Di çarçoveya jêpirsîna ji teref Serdozgerîya Komare ya Qeyserîyê ve hat destpêkirin de hat hînkirin ku hin endamê rêxistinê li ser xeta têlefonê ya ankesor bi hevre ketine têkiliyê.

Ji ber beşdarî faliyetê rêxistina FETO bûbûn di heqê 38 kesan de berya niha îşlem hatibû kirin, 2 kes hatibûn îxrackirin, 2 kes hatibûn karbeskirin, 6 xwendekarên dibistanên leşkerî elwqeya wan ji mektebên wan hatibû birîn û 37 leşkerê wezîfedar bi tevahî di heqê 85 personelê leşkerî de biryara minçavîyê hat derxistin.

Polêsê Qeyserîyê derbarê gûmanbaran de Qeyserî wek navend li 18 bajaran di heman wextê de operasyon da destpêkirin. Hat îfadekirin ku jê hinek gûmanbar hatine binçavkirin û operasyon dewam dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe