Di herba Rûsya-Ûkraynayê de 11 hezar û 700 sîvîl mirin

Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku di herba li Ûkraynayê de 11 hezar û 700 sîvîl mirin, 24 hezar û 600 sîvîl jî birîndar bûn.

Alîkara Sekreterê Giştî ya Mesulê ji Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî Joyce Msuya, destnîşan kir herba li Ûkraynayê roj bi roj ber bi xerabûnîyê ve diçe û ji bo sîvîlan jî endîşe tê kirin.

Msuya, got ku li Ûkraynayê 10 milyon însan ji cîhê xwe bûne û êrîş jî berfireh bûye. Msuya anît ziman ku li herêma Kurska Ûkraynayê di encama operasyonên leşkerî de 130 hezar mirov ji cîhê bûne. Hat destnîşankirin ku li vê derê jî li dijî sîvîlan û binesazîya sîvîl êrîş hatîye lidarxistin û ew weha got, “Hemû alîyan, mecbur in ku sîvîl û ûnsurên sîvîlan li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî biparêzin.”

Hat destnîşankirin ku li gorî hiqûqa însanî operasyonên leşkerî alîkarîyên însanî û xebatkaran kirîye bin talûkeyê.

Hat diyarkirin ku îsal ji Ûkraynayê re 1,4 milyar dolar alîkarî hatîye kirin û ev alîkarî kêm maye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno