Di Hevdîtina Aliman a 10emîn de ji hemû mêvanan re teşekkûr û sipasî hat kirin

Hevdîtina Alimanan a 10emîn, ku ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve bi beşdariya alim û akademîsyenên ji deverên cuda yên cîhanê, bi taybetî ji Herêma Kurdistanê ve hate lidarxistin, di du rojan û sê rûniştinan de pêk hat.

10emîn civîna salane ya akademîsyenan li Hola Konferansê ya Mizgefta Selahaddîn Eyûbî ya li navçeya Yenîşehîrê ya Dîyarbekirê bi mijara "Hewldanên Îdeolojîk ên Li Ser Nasnameya Me ya Îslamî" hate lidarxistin.

Kesayetên navdar ên wekî Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Berdevkê HAMASê yê Filistînî Fewzi Berhûm, rêveberê HAMASê Sami Ebû Zuhrî û Serokê Yekîtiya Alimên Filistînî Dr. Newaf Tekrurî beşdarî bernameyê bûn û axaftin kirin.

Di dawîya hevdîtinê Mele Abdulquddus Yalçin bi kurmancî axavtinek sipasîyê kir û dûre bu Kurmancî duayek kir.


Yalçin di axavtina xwe de weha got, “Gelî mêvanan û ulemayên qedir bilind, bi rastî bi saya we hevdîtineke gelek girîng hat tertîpkirin. Lewra îro, berî tîrê kafiran û xwedî bêexlaqan li Îslamê bûn. Ew dixwestin ku Misilmanan ji exlaq û namûsê dûrbixin. Da ku wan di emelên xwe yên çepel de bi hewa ku dibên bixebitin. We bala me kişand vê talûkeya mezin, di gelek meseleyan de we me hişyar kir. Wek van meseleyan we me di gelek meseleyan de hişyar kir û em, kesên ku beşdarî vê bernameyê bûne û kesên ku li ser televîzyon û medyaya civakî me dişopînin jî bi îzna Xwedê wê gelek jê îstîfade bikin.”

Abdulquddus Yalçin ji hemû mêvanên û beşdarvanên ku beşdarî bernameya Hevdîtina Aliman a 10emîn bûne re bi navê ÎTTÎHADUL ULEMA sipasîyan kir û got, “Mala we ava , Xwedê vana di sehîfeyên emelên wen ên qenc de binivîse. Bi vê wesîleyê ez jî bi navê ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji we teva re teşekur û sipasîyên xwe teqdîm dikim. Sefîrê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê yê mêrxwes û lijneya pê re, ez we hemûyan sipas dikim. Heyeta Xezzeya bi nav û deng û bi şeref, warê mêrxasî û şehadetê em ji we hemûyan re teşekur dikin. Alim û akademîsyenên ku ji Kurdistana Iraqê hatine û beşdarî kirine, ez ji we hemûyan re teşekûr dikim. Zana û alimên ku ji Kurdistana Îranê hatine, ez ji we re teşekur û sipas dikim. Zanayanên ku ji Sûrîyeyê hatine ez ji bo we gelek teşekûr dikim. Kesên ku ji navê Tirkistana rojhilata mezlum hatine ez ji bo we teşekûr dikin. Kesên ku bi navê Yemenê hatine em ji bo we gelek sipasî û teşekûr dikin. Kesên ku ji Morîtanya hatine em ji bo we gelek teşekûr dikin. Kesên ku ji gelek bajarên welatê me û ji Tirkîyeyê beşdarî bûne, em ji bo we gelek teşekûr û sipasî dikin. Alimên ku ji bo axavtina di vê hevdîtinê de xebitîne, xew ji xwe birine, xwendin û xeberdan û axavtina xwe kirine û bikaranîne, ji bo vê xebata we ya biha û giran ji we hemûyan re teşekûr dikim. Hemî kesên ku vê bernameyê gohdar kirine, şopandine, mesrefê kirine û xizmetê kirine, hemî kesên ku bi hawayekî para wî tê de çêbûye, ez ji bo we yek bi yek, bi nav, şexsîyet û welatê wî teşekûr û sipas dikim. Xwedê ji we hemûyan razî be, Xwedê xêra we qebûl bike. Xwedê xebata we ji bo xwe bigerîne. Xwedê we di herdu dinyayê de bextîyar bike, we û malbata we û hezkirîyên we hemûyan ji hemî bela, afatên dînî û dûnyewî biparêze û muhafaze bike. Ev hevdîtin hemd ji Xwedê re be, bi selametê hat bikaranîn û qedîya. Bi îzna Xwedê bi gelek bereket û feyde derbas bû.”

Yalçin di dawîya axavtina xwe de duayek kurt jî kir û got, “Ya Rabbî, tu me û zarokên me û malbata me ji fîtneya axirê zeman, ji fîtneya neyaran biparêzî. Ya Rebbî tu cîhada rêya Xwedê, û şehadeta di rêya Xwedê de bime şêrîn bikî û bikî nisîbê me. Ya Rebbî tu şehîdê me yên li her derê dinyayê nexwasim li Xezzeya îzzetê, bilind bikî. Ya Rebbî tu ummeta Îslamê şîyar bikî, wan bighînî hev û qelbê wan bi hev re bidî hezkirin. Ya Rebbî tu Xezzeyê serfiraz bikî. Ya Rebbî tu temamê misilmanên ku di bin esaret û zilma kafiran de ne, li Keşmîr, li Tirkistana Rojhilat, li Hîndistanê, li Çeçenistan û li temamê cîhanê. Tu wan rojekî berê rojekî azad û xelas û serfiraz bikî.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar