Marqeya şirînahî û şîraniyan a navdar a Almanya Haribo, piştî ku di hinek berhemên wê yên li Hollandayê de maddeyên hişbir hat dîtin, hemû berhemên xwe yên li Hollandayê vekişand. Di daxuyaniyekê ku ji teref Desteya Ewlehiya Berhem û Xurek a Hollandayê (NVWA) ve hatiye kirin de, hat ragihandin ku şopên esrarê, bi taybetî di pakêtên 1 kîloyî yên bi navê "Haribo Happy Cola F!ZZ" de hatine dîtin.
Bûyer piştî ku endamekî malbatê gilî kir ku serê wî gêj bûye û nexweş bûye dest pê kir. NVWA diyar kir ku heta niha di sê pakêtan de derman hatine dîtin û roja qedandina hilberan wekî Çileya 2026an hatiye ragihandin.
Polês lêkolîneke tevahî dike da ku diyar bike ka madeyên hişber çawa tevlî berheman bûne. Karbidestên NVWA hişyarî dan ku "divê ev berhem neyên xwarin ji ber ku dema tên xwarin dikarin bibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên cîddî yên wekî sergêjiyê."
Di daxuyaniyek fermî ya Hariboyê de, hat gotin ku mesele bi ciddî tê nirxandin û ji bo ronîkirina bûyerê bi hevkariya polêsan lêpirsîn tê kirin. Şîrketê her wiha îfade kir ku vekişandin tenê berhemên li Holandayê digire nav xwe. (ÎLKHA)