Di înîya pêşîn a meha Remezanê de bi hezaran kes li Herema Şerîf a 5’an sef girtin.

Mizgefta Mezin a Amedê (Ulu Cami) ku wekî 5’emîn Herema Şerîf a cîhana Îslamê tê qebûlkirin, di nimêja înê ya pêşîn a meha Remezanê de mazûvantiya bi hezaran kesî kir.

Bi hezaran welatiyên ku berê xwe dan Mizgefta Mezin a Amedê (Ulu Cami) ya ku di cîhana Îslamê de wekî "5'emîn Herema Şerîf" tê naskirin, di roja duyemîn a Remezanê de ji bo nimêja înê di hundir û hewşa mizgeftê de sef girtin.

Welatiyên ku bi azana nîvro re hatin mizgeftê, bi tîlaweta Qur'ana Pîroz û duayan pêşvaziya bereketa Remezanê kirin. Gelek kesên ku di hundirê mizgeftê de cih ne dîtin, di hewş û derdora wê de sef girtin û nimêja xwe eda kirin.

Di nimêja înê de ya ku welatiyên ji her temenî eleqeyeke mezin nîşan dan, peyamên yekîtî û bihevrebûnê derketin pêş. Di xutbeya ku bal kişandin ser îklima rehm, mexfîret û bereketa meha Remezanê de, giringiya biratî û piştgiriyê hate destnîşankirin.

Mizgefta Mezin a Amedê ya ku bi fîşala xwe ya dîrokî û bi kevneşopiya xwe ya îlmî û îbadetê ya bi sedsalan tê naskirin, dê di tevahiya Remezanê de bi muqabele, terawîh û bernameyên olî yên cihêreng mazûvantiya cemaeta xwe bike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno