Di jiyana modern de pirsgirêkên xewê û bandora ronahiya şîn
Tempoya giran a jiyana modern û ronahiya şîn a amûrên teknolojîk, bandoreke neyînî li xewê dikin. Pispor hişyarî didin ku xewa bêserûber û bêkalîte ne tenê dibe sedema westandinê, her wiha rîska hêrsê, belavbûna balê û depresyonê jî zêde dike.
"Xew hevsengiya hestiyarî û mantiqî ya mêjî diyar dike"
Şêwirmenda Psîkolojîk a Pispor Fatma Kaya di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê ÎLKHAyê de diyar kir ku xew di mekanîzmaya birêkûpêkkirina mêjî de xwedî roleke krîtîk e. Kaya got: "Xew ji mekanîzmaya rêkxistina mêjî berpirsiyar e. Xeweke bi kalîte û birêkûpêk, dihêle ku ev mekanîzma bi tendurustî bixebite. Xewa nexweş û bêserûber, herêma amîgdalayê ya di mêjî de zêde hişyar dike û ji ber vê yekê beşa mêjî ya ku berpirsiyarê şiyanên mantiqî ye têk dibe. Di vê rewşê de mirov dikarin bertekên bêtir hestiyarî bidin. Ev dibe sedema pirsgirêkên wekî hêrsa ji nişka ve, zehmetiya birêvebirina hestan, kêmiya motîvasyonê û pirsgirêkên baldarîyê."
Fatma Kaya
"Kêmxewî bertekên hestiyarî zêde dike"
Kaya destnîşan kir ku xew navenda hevsengiya mêjî ye û wiha domand: "Dema xeweke tendurust û birêkûpêk hebe, hormonên serotonin û dopamînê bi rengekî saxlem tên derdan. Ev jî rîska depresyonê kêm dike. Lê dema ev hormon kêm bibin, hestên wekî kêfxweşî û şadiyê li paş dimînin. Di encamê de mirov xwe bêtir depresîf, xemgîn, reşbîn û bêenerjî hîs dike."
"Ronahiya şîn kalîteya xewê xera dike"
Kaya bal kişand ser mijara paşxistina xewê di jiyana modern de û got: "Ronahiya LED a ekranan bandoreke wekî ronahiya rojê li mêjî dike. Mêjî peyama 'hîn roj e, ne şev e' werdigire. Bi vî rengî mirov xewa xwe paş de dixe. Ji ber ronahiya şîn a ekranan, dema mirov dixwaze rakeve jî nikare bikeve xewê. Ev jî dibe sedem ku mirov serê sibê bi westiyayî û bêenerjî ji xew rabe."
"Têkiliya di navbera tendurustiya giyanî û xewê de du alî ye"
Fatma Kaya daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Têkiliya tendurustiya giyanî û xewê du alî ye. Ger tendurustiya giyanî xera bibe, ketina xewê zehmet dibe; her wiha ger mirov nikaribe xeweke baş bike, tendurustiya giyanî jî xera dibe. Dema mirov bi stres be, masûlkeyên laş gir dibin û zîhn her tim çalak e. Fikirîna zêde ya li ser pirsgirêkan, ketina xewê zehmettir dike."