Di kemîna ku Hîzbullah çêkiribû de gelek îşxalker hatin kuştin

Hizbullah, piştî ku bombeyek di nav siyonîstan de teqand, bi wan îşxalkeran re ket pevçûnê. Di vê pevçûnê de gelek îşxalker hatin kuştin û birîndarkirin.

Hizbullahê ragihand ku şervanên berxwedanê danê vê sibehê bombeyek di nava komek kujerên îşxalker de bi cih kirine û teqandine.

Piştre hêzên berxwedanê bi van leşkerên dijmin û grûpa ku dixwestin derbasî bajarê Ramiye yê Libnanê bibin, ketin pevçûnê û di vê pevçûnê de gelek îşxalker hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî daxuyaniya Hizbullahê, pevçûnên bi çekên menzîla navîn û mîtralyozan hê jî didomin.

Her wiha Hizbullahê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan li baregeha Tel Şaar a li bakurê Filistînê bi topan êrîş biriye ser komek kujerên îşxalker. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno