Pisporên ku bi zêdebûna germahiya hewayê re beramberî bûyerên lêxistina germê hişyarî dan, bal kişandin ser wê yekê ku bilindbûna germahiya laş a ser 40 dereceyan û xirabûna hişmendiyê re rewşeke xeternak a jiyanî çêdike.
Pisporan diyar kirin ku serxwebûn, windakirina hevsengiyê, jiheveçûn (bihuşçûn), êşa serî, dilxalifîn (dilrabûn) û çermê germ û sorbûyî di nav nîşaneyên herî belav ên lêxistina germê de ne.
Pisporên ku dan zanîn di destwerdana alîkariya yekemîn de divê kesê nexweş bêyî ku demê winda bike derbasî hawirdoreke hênik bibe, pêşniyar kirin ku laş bi ava sar bê hênikkirin û nexasim li devera stû, binçeng û navranan cûxikên (pirtikên) bûzê bêne danîn.
Pisporên ku teqez kirin di navbera saetên 11.00 û 16.00'an de ku saetên herî germ ên rojê ne divê mirov demek dirêj li ber tavê nemîne, bang kirin ku av bi pirranî bê vexwarin.
Her wiha hat bibîrxistin ku divê zarok û kalûpîr bi tu awayî di wesayîtên parkkirî de neyên hiştin.