Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar

Li Entelyayê di mala îxtîayaran de bi kêrê êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de du kes canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.

Bûyer, li Kolana Mektepa Taxa Yeşîlbayirê pêk hat.

Li gorî îddîayan îxtîyereke bi navê Î.S. bi kêrê êrîşî hevalên xwe kir û hat îddîakirin ku di navbera wan de ji berê ve neyartî hebûye.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ji teref endamên tenduristîyê ve hat îfadekirin ku du kes canê xwe ji dest dan, mirovekî yê ku giran birîndar bûye jî bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin.

Mirovê êrîşdar ji teref polês ve hat qefaltin û ji navenda polês re hat birin.

Hat destnîşankirin cenazeyên mirovên ku canê xwe ji dest dane ji bona ku bêne otopsîkirin ji Sazîya Tip a Edlî ya Entelyayê re hatin birin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno