Di mala metrûk de cesedê zarokekî hat dîtin

Li Êlihê di maleke metrûk de cesedê zarokekî ku tê texmînkirin berî vê çend mehan miriyehat dîtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin berî vê çendakî ji ser îxbara ku hat kirin di malekê kavil de cesedekî peyda kirin. Polêsên ku di mala kavil de lêkolîn kirin pê hisiyan ku ji mala metrûk a li kêlekê jî bêhneke nexweş tê. Ji ber bêhna pîs a ku ji mala ku nêzî 10 salan nedihat bikaranîn dihat polêsan lêkolîn dan destpêkirin. Di encama lêkolînê de di mala terikandî de cesedê zarokekî di nav çûwalekî de dîtin.  Hat ragihandin zarok berî vê çend mehan hatiye kuştin û cesedê wî rizîyaye.

Polêsan li cihê bûyerê şerîda ewlehîyê kişandin, Midûrê Ewlehîya Bajêr ê Êlihê Mehmet Alî Kaplan,  Dozgerê Komarê Osman Berat Çetîn li cihê bûyerê lêkolînan kirin. Cesedê bêhn pêketî ya ku aîdî zarokekî 11 salî ye  piştî karên otopsîyê hat rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê.

Tê diyarkirin cesedê vî lawê ku hat dîtin ê lawê zilamê Efxanî yê ku doh wek mirî hatibû dîtin e.

Ji nîştecihên taxê Salih Durmaz  derbarê mijarê de wisa axivî: “Doh cesedek derketibû. Îro jî ji mala ku ev 10 sal e ku hatiye terikandin cesedê lawikekî derket. Em wek taxê diltirs in. Li kêleka mala metrûk a ku cesed lê hat dîtin Efxan dijiyan. Mala metrûk nêzî 10 salan hatiye terkkirin. Ew lawikê ku dibêjin miriye ez çend caran li rasta wî hatibûm. Ev 3 meh e ku xuya nedikir, nedihat eqlê me jî.”

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

 
































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin