Di marketê re dema ku mişterî di nav de bûn molotof hat avêtin

Li Êlihê doh êvarê ji teref komeke ku nasnameya wan nayê zanîn ve ji şûbeya marketekî zîncîrî re, dema ku mişterî û xebatkarên marketê di nav de bûn de molotof hat avêtin.

Bûyer, doh êvarê li Rêya Derdor a Sêrtê, li Taxa Bayindirlikê pêk hat. Ji ‘Şûbeya BÎM’ê ya ku di nav taxê de bû re ji teref komekî ve molotof hat avêtin.

Di encama avêtina molotofan di pêşîya dikanê de şewat derket. Mişterî û xebatkarên marketê di hindir de man û gelek tirs di wan de çêbû, êrîşdar jî ji cîhê bûyerê revîyan.

Li Êlihê piştî dayîna qeyûmê bûyer dest pê kiribûn û ev bûyeran êdî can û malê xelkê tehdît dikin, ji ber vê yekê van bûyeran bû sedema berteknîşandana gel. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin