Di nav 24 seatên dawîn de 11 kesên dinê jî ji birçîna şehîd bûn

Li Xezzeya ku bi dorpêç û êrîşên rejima îşxalker xela kurtir dibe, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesên dinê jî ji birçîna canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.

Li Şerîda Xezzeyê ku di bin dorpêç û êrîşên giran ên rejima sîyonîst de bi xelayê re micadeleyê dide, her roj ku diçe zêdetir însan ji birçîna canê xwe ji dest didin. Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristî yê Xezzeyê Munîr el-Burş, li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir û got ku di nav 24 seatên dawîn de 11 Filistînîyên dinê jî ji birçîna û kêmxwarinê şehîd bûne.

Burş weha berdewam kir, “Her roj di nav bêdengîyê de can têne dayîn û trajedî berdewam dike.” Burş destnîşan kir ku hejmarê şehîdan 98 jê zarok tev de gihîştîye 212 kesan.

Dorpêça ku li herêmê berdewam dike nahêle ku bila qurtekî av jî bikeve nav Xezzeyê, bang li civaka navneteweyî tê kirin ku bila alîkarîyan bişînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno