Di navbera 20 salên pêşîya me de Tirkîye dê bibe welatekî ‘feqîrê avê’

Her ku diçe hişeksalî û problema avê zêdetir dibe, li gor pîsporan ger niha ve tedbîr neyên standin ew ê di navbera 20 salên pêşîya me de Tirkîye dê bibe welatekî ‘feqîrê avê.’

Li Tirkîyeya ku di nav havzaya Akdenîzê ya ku guhertina herî zêde ya îklîmê lê tê dîtin e her sala ku derbas dibe hişeksalî û problema avê zêdetir dibe, li gor pîsporan ger niha ve tedbîr neyên standin ew ê di navbera 20 salên pêşîya me de Tirkîye dê bibe welatekî ‘feqîrê avê.’

Li gor daneyên Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê li tevahîya Tirkîyê baran ji sala 2009an vir ve ji sedî 20 kêm bûye. Li gor heman daneyan di meha Berfanbara sala 2017an li gor heman meha sala borî baran ji sedî 29.2 kêm barîyaye. Dîsa li gor heman meha sala 2016an jî baran  ji sedî 31,7 kêm barîyaye.

Çend heftîyên jimartî  man ku demsala zivistinê xelas bibe, lê hêj li gelek derên welat berf û baran nebarîye ku ev yek cotkaran û pîsporên îklîmê bifikar dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin