Di navbera HAMAS û rejîma sîyonîst de peymana “Alîkarîya derman û însanî”

Di navbera HAMAS û rejîma sîyonîst de ji bona ku ji êsîrên îşxalker ên li Xezzeyê ne re derman bên teslîmkirin, peymanekî ku ji sîvîlên li herêmê re derman û alîkarîya însanî bê dayîn hat îmzekirin.

HAMAS û rejîma sîyonîst, di warê têketina dermanê a ji Xezzeyê re de li hev kirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Qeterê ve hat belavkirin, li hember gihandina dermanan ya ji êsîrên îşxalker ên li Xezzeyê re, ji bo sewqîyata derman û alîkarîya însanî a ji bo sîvîlên li Xezzeyê peymanek hat kirin.

Hat desntîşankirin ku ji peymanê re Qeter û Fransa navbeynkarîyê kirîne.

Derman û alîkarîyan, ji bo neqilkirina ji nav Xezzeyê re ew ê îro bi du balafirên aîdê Hêzên Çektar yê Qeterê ji bajara El-Arîşa Misirê re bêne şandin.

Li Xezzeyê hêna jî tê texmînkirin ji 132yan zêdetir êsîr hene. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno