Di navbera Îran û rejîma sîyonîst de agirbest

Hat ragihandin ku agirbesta ku di navbera Îran û rejîma îşxalker a siyonîst de hatiye ragihandin, li gorî dema herêmî saet 07:30an de ketiye meriyetê.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand ku agirbest dest pê kiriye, lê hêna jî ti daxuyaniyek fermî ji teref aliyan ve nehatiye dayîn.

Ajansa Nûçeyan a Fars di nivîsa xwe de diyar kir ku "di êrîşa dawî ya Îranê de di nav sîyonîstan de gelek kuştî û birîndar hene" û agirbest di saet 07:30an de bi dema Tehranê dest pê kir.

Rejîma îşxalker a sîyonîst ragihand ku demek kurt piştî ragihandina agirbestê, ji Îranê êrîşeke nû ya mûşekî ber bi herêmên bakur ve hatiye kirin. Ji ber êrîşan li hinek herêman dengê sîrenan hat û hate ragihandin ku di operasyona mûşekî ya Îranê de kuştî û birîndar hene.

Serokê Emrîkayê Donald Trump doh êvarê ragihand ku rejîma îşxalker û Îran li ser agirbesteke "tevahî û bêkêmahî" li hev kirine, bi vî awayî şer bi dawî bûye.

Li gorî îddîaya agirbestê jî, daxuyaniyên hevbeş ên aliyan nîşan didin ku rageşiya li herêmê hêna bi tevahî bi dawî nebûye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Erakçî agirbest ragihand

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakçî diyar kir ku wan agirbest qebûl kiriye.

Eraqçi got, "Em agirbestê qebûl dikin. Ger îsraîl êrîş neke, em ê êrîş nekin. Ew ê ku şerê da destpêkirin îsraîl bû." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno