Di navbera Sûrîye û Libnanê de agirbest çêbû

Li herêma sînor a di navbera Sûrîye û Libnanê de di nav çend rojên dawîn de pevçûn çêbûbûn, vê carê peymana agirbestê hat îmzekirin. Peyman, armanc dike ku koordînasyon û hevkarîya leşkerî zêde bike.

Ajansa xeber a fermî ya Sûrîyeyê (SANA), di xebereke xwe de ku ew jî xebera xwe ji Ofîsa Çapemenîya Wezareta Parastinê bidestxistîye, daxuyand ku di navbera Sûrîye û Libnanê de bi armanca pêşvebirina hevkarîya leşkerî ve peymaneke agirbestê hatîye îmzekirin. Hat destnîşankirin ku agirbest, armanc dike ku ewlehîya xeta sînor bê temînkirin û pêşîya pevçûnan bê girtin.

Çend roj berê SANAyê îddîa kiribû endamên Hîzbullahê 3 leşkerên artêşa Sûrîyeyê xistine nav kemînê û wan birine Libnanê, dûre jî wan înfaz kirine. Encax Hîzbullah, di daxuyanîya ku dabû de îfade kiribû ku tu eleqeya wan bi bûyerên sînora Libnan-Sûrîyeyê re tineye.

Di pevçûnên dawîn de, li alîyê xeta rojhilata Libnanê tim û tim top û roket bi beremberî dihatin avêtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno