Di navbera Tirkîye û Hollandayê de qeyrana “casûs”

Welatîyekî Hollanda yê ku li Konsolosxaneya Hollanda ya Stenbolê dixebitî û dihat îddîakirin ku ew casûse ji Tirkîye çû.

Piştî hatibû îddîa kirin ku welatîyê Hollanda A.Z yê ku li Konsolosxaneya Hollanda ya Stenbolê dixebite wek “casûs” hatibû sûcdarkirin, Wezareta Karûbarên Derve ya Hollandayê îfade kir ku kesê di heqê wî de ew îddîayan derket ji Tirkîyeyê veqetîya.

 

Di çapemenîya Tirkîyeyê de hatibû îddîa kirin welatîyê Hollanda A.Z casûsîyê dike û di heqê wî de lêpirsîn hatîye destpêkirin.

Li gor nûçeya Mîllîyetê ji RTL Nîeûwsê girtîye Wezareta Karûbarên Derve ya Hollandayê xebatkarekî xwe yê ku li Konsolosxaneya Hollanda ya Stenbolê wezîfedar e û yê ji “falîyetên deverê berpirsyar”ji bo “ewlehîya xwe” ji Tirkîyeyê veqetîya. Hatibû îddîa kirin ku şexsê bi kurtasî wek A.Z dihat qalkirin û welatîyê Hollanda bû “wezîfadarê îstîxbarî yê leşkerî bû.”

Kesê navê wî di mijarê de derbas dibe hatibû îfade kirin ku di warê operasyona Tirkîye ya Efrînê de agahîyên îstîxbarî kom kirîye û ew agahîyan belav kirîye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e