Di operasyona asimanî ya TSKyê de 4 siwîlan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin di operasyona asimanî ya ku ji teref TSKyê ve bi balafirên şer hatiye kirin de wargeheke ku lê siwîl dijîyan hatiye lêxistin û 4 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane.

Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên medyayî yên Herêma Kurdistana Iraqê hatine wergirtin di dema operasyona asîmanî ya ku li Qandîlê hat kirin de wargeheke ku lê siwîl dijîyan hatiye lêxistin û 4 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane. Ji 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane 2 ji wan Pêşmerge ne.

Midûrê Kasrê Şahewan Wertîyê ku derbarê mijarê de ji Rûdawê axivî destnîşan kir balafirên şer gundên Mawnan, Wesan û Serkanîya ku girêdayê Balekatîyê ne  bombebaran kirine û di encama bombebarankirinê de 4 kesên siwîl ên ku bo pîrozbahîya Newrozê hatibûn herêmê jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin navên kesên ku di bombebarana balafirên şer ên TSKyê de jiyana xwe ji dest dane bi vî awayî ne: Derbaz Sîmakulî, Şero Mahmud, Muhammmed Îsmaîl Axa û Mistefa Werdî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe