Di protestoya qeyûm a li Mêrdînê de 9 kes hatin binçavkirin

Têkildarî şer û pevçûna di navbera endamên DEMê û polêsan ên li ser tayînkirina qeyûman li Mêrdînê û bûyerên şûnde de 9 kes hatin binçavkirin.

Piştî qeyûm tayînî Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat kirin, endamên partîya DEMê li ber Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê kom bûn.

Di nava rojê de dem bi dem di navbera girseya li ber şaredarîyê kom bûbûn û ekîbên polîsan de alozî derket.

Lê belê polîsan bi TOMAyan midaxeleyî bûyerên ku piştî girseyê kevir avêtin TOMAyan û polîsan kir. Di şerê navbera endamên DEMê û polîsan de 9 kes hatin binçavkirin.

Têkildarî mijarê ji Walîtîya Mêrdînê daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin.

Di daxuyanîya Walîtîyê de weha hat gotin:

“Di 11.04.2024an de 9 kesên ku hatin tesbîtkirin ku li derdora Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê beşdarî çalakiyên provokatîf bûne û bi keviran êrîşî wezîfedarên me yên ewlehiyê kirine, hatin girtin û binçavkirin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê