Di qamyona kayê de esrar hat bidestxistin

Li Rihayê di komyonek ka barkirî de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 226 kîlo esrar hat bidestxistin.

Li Rihayê qamyonek ji teref ekîbên ewlehîyê ve hat sekinandin û tê de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerîê de 226 kîlo tiryak hat bidestxistin û kesekî bi bûerê re têkildar jî hat girtin.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrîya Eewlehîyê ya Rihayê ve daxuyanîyek hat kirin, di daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyan: “Li bajarê me di çarçoveya micadela li dijî tîcareta narkotîkê de ekîbên Midûrîya Şaxa Komê di kamyoneke ji Diyarbekirê ber bi Nizîbe ve diçû de lêgerîn kirin. Di encama lêgerînê de 226 kîlo esrar a di di binê kayê de hatibû veşartin hat bidestxistin.”   

Di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku ajovanê kamyona ka barkirî hat derxistin edlîyeyê û ji teref mehkemeyê ve hat girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe