Di qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 9 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Mereşê mînîbûs û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 6 jê zarok tev de 9 kesjiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Mereşê mînîbûs û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 6 jê zarok tev de 9 kes  jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Mereş-Kayserîyê li mewqîya Beşolukê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa bi plaqeya 46 P 9627 a ku ajokarê wê Cemal Avci bû  ji paşve li qamyona bi plaqeya  06 FZ 6350 qelibî. di encama qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 6 jê zarok tev de 9 kesên bi navê   jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe