Di qezaya li Mêrsînê de hejmarê mirîyan derket 12 kesan

Li Mêrsînê, ser rêya Tersûs-Edene-Entabê qezayeke zîncîrî pêk hatibû, di encama wê qezayê de hejmarê mirîyan derket 12 kesan.

Li alîyê Taxa Yenîceyê, di 26ê Gulanê de otobûseke aîdê fîrmaya Dîyarbekirê, derbasî alîyê dinê bû û li 2 wesayît û qamyonekî qelibî, dûre li heman herêmê qezayeke dinê jî pêk hatibû.

Ensar Kaan Şîmşek (9) ku di nav wesayîtê de bû û birîndar bûbû, li nexweşxaneya Bajar yê Mêrsînê canê xwe ji dest da.

Di dema qezayê de 10 kesan canê xwe ji dest dabûn, 39 kes jî birîndar bûbûn. Ji birîndaran 2 kesên dinê jî canê xwe ji dest dan û bi tevî van 2 kesan hejmarê mirîyan derket 12 kesan.

Cenazeyê Ensar Kaan Şîmşek, ji merga nexweşxaneyê re hat rakirin. Hat hînbûn ew ê cenazeyê Şîmşek li Edeneyê bê definkirin.

Şofêrê otobûsê Alî G. Jî piştî tedawîyê hatibû girtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin