Di qezaya li Sêwasê de hejmarê mirî û birîndaran zêde bû: 4 mirî, 33 birîndar

Di encama qezaya otobûsa ku li Sêwasê qeza kiribû de hejmarê mirîyan derket 4 kesan, birîndar jî bûn 33 kes.

Derheqê qezayê de ji teref Walîtîya Sêwasê ve daxuyanîyek hat belavkirin û hat îfadekirin ku qeza li navçeya Îmranliyê pêk hatîye, di qezayê de heta niha 4 kesan canê xwe ji dest dane, 33 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hatîye belavkirin de weha hat gotin:

“Di derdorê seat 17.00an de li alîyê Kuzkoya navçeya me ya Îmranliyê, otobûseke rêwîyan ku ji hêla Agirîyê ve dihat, ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza pêk hatîye. Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye, AFAD û cendermeyê hatin sewqkirin. Ekîbên ku hatin sewqkirin bi lez û bez gihîştin herêmê û dest bi xebatê kirin. Li gorî diyarîyên ewil ji 43 welatîyên me 4 ji wan canê xwe ji dest dane, 1 jî giran tev de 33 kes birîndar bûne. Mirovên birîndar ji nexweşxaneyên derdorê re hatin sewqkirin.”

Cenazeyên mirovên ku canê xwe ji dest dane ji morga Nexweşxaneya dewlet a Îmranliyê re hatine rakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin