Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû

Li Enqereyê di qezayeke trafîkê de, ji ber ku otomobîlek ji pişt ve li qamyonekê qelibî, 2 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Qeza, li herêma Eryaman a Rêya Dorhêl a Enqerê, ku ber bi Stenbolê ve diçû, qewimî. Otomobîla bi plakaya 06 KLS 68, ku ji teref B.K. ve dihat ajotin, li qamyoneta bi plakaya 17 ZC 171, ku di heman alî de diçû, qelibî.

Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Piştî muayeneyê, ekîbên tenduristîyê destnîşan kirin ku du kesên di otomobîlê de ne ku navên wan nehatine eşkerekirin, li cihê bûyerê mirine.

Hat îfadekirin ku kesekî jî bi giranî birîndar bûye û piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sîncanê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab