Di qezaya zîncîrî de 28 kes birîndar bûn

Li ser rêya Enqere-Çubukê mînîbûs û otobûsên ku karker di nav de bûn li hev qelibîn û di encama qezaya zîncîrî de 28 kes birîndar bûn, mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Li Enqereyê li ser rêya Çubuk-Enqereyê, li alîyê Taxa Guldarpiyê qezayeke zîncîrî pêk hat, li gorî diyarîyên ewil 28 kes birîndar bûn.

Hat îfadekirin mînîbûsekî ku ragihanîya nav bajêr dikir, mînîbûsekî dinê û du otobûsên ku karker di nav de bûn li hev qelibîn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, piştî midexeleya ekîbên tenduristîyê ya ewil ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Derheqê rewşa birîndaran de tu agahîyek nehat dayîn, rayedaran derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin