Di roja 105em a operasyona Tofan Eqsayê de çalakîyên Qessam

Tûgayên Qessam, li Xezzeyê di encama çalakî û operasyonên xwe de gelek terorîstan kuştin û wesayîtên wan îmhe kirin.

Micahîdên Tûgayên Qessam, li başûrê Taxa Zeytûna Xezzeyê, hêzên sîyonîst yê taybet ku di nav avahîyekî de xwe veşêrdabûn, bi roketên TBG yên ku hatine qewetkirin hedef girtin, di encama vê çalakîyê de terorîst hatin kuştin û birîndarkirin.

Micahîdan, tankekî ku ji bo terorîstan re were alîkarîyê jî bi fuzeyên Yasîn-105ê hedef girt.

Pehlewanên Qessam, li Taxa Şêx Ridwanê avahîyekî ku terorîstan di nav de barîqetan çêkiribûn bi roketên dijî-personelê hedef girt.

Qehremanên Qessam, li rojhilata Xan Yûnisê bi çekên nîşandar yê bi navê “xûl” du terorîstên sîyonîstan hedef girtin.

Hat îfadekirin ku micahîdan bi Yasîn-105ê tanka Merkavayê hedef girtin û îmhe kirin, di heman demê de micahîdan helîkopterekî sîyoînstan ku dihat alîkarîya terorîstan hedef girtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno