Di sefera trêna Xarpêt – Dîyarbekirê de vagon qelibîn

Trêna barê ku di navbera Dîyarbekir û Xarpêtê de seferê dikir, ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji rêya hesin derket.

Qeza, li ser xeta hesin a navbera Maden-Erxenê pêk hat.

Hat îfadekirin ku qeza di seatên nîvroyê de pêk hat. Li gorî diyarîyên ewil candayîn çênebû, encax hinek vagon xesarê dîtin.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û ekîbên TCDDyê hatin sewqkirin. Li herêmê tedbîrên ewlehîyê hatin girtin û ji bo sedema qezayê jî lêkolîn hat destpêkirin.

Xebatên li herêmê hêj berdewam dikin û seferên trênan jî ji bo demeke kurt hatin sekinandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin