Li Êlihê di Sehaya Duru TPICê de teqîn pêk hat: 1 mirî, 1 birîndar

Li Êlihê, di Sehaya Turkish Petroleum International Company (TPIC)ê de teqînek pêk hat, di encama teqînê de karkerekî canê xwe ji dest da, karkerekî jî birîndar bû.

Bûyer, li gundê Aqûbana Êlihê di Sehaya Duruya TPICê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di dema xebata li ser bîrê de ji ber ku xaz asê bûye teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de karkerekî bi navê Î.T. canê xwe ji dest da, karkerekî jî birîndar bû.

Hat destnîşankirin ku cenazeya karkerê ku canê xwe ji dest daye ji bo otopsîyê ji Merga Tip a Edlî ya Dîyarbekirê re hat şandin.

Karkerê birîndar jî ji Nexweşxaneya Dewleta Farqînê re hat sewqkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat û lêkolîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê