Di şewata daristanên Koreya Başûr de 18 kes mirin

Li Koreya Başûr ji ber şewata daristanan hejmara miriyan derket 18an û kesek jî winda bû.

Rayedaran gotin ku du ji miriyan li Andong, sê li Jeongseon, şeş li Yeongyang û heft li Yeongdeok hatin dîtin. Li Jeongseon kesekî din jî winda ye.

Hat ragihandin ku 10 birîndar hene û rewşa 2 ji wan giran e.

Piştî şewatan 23 hezar kes hatin tehliyekirin.

Serokê Demkî yê Koreya Başûr Han Deok-soo bang kir ku ji bo pêşî li belavbûna şewatên daristanan bê girtin, divê her hewl were dayîn.

Deok-soo got got, "Em bi fikar in ku şewatên daristanan bigihîjin astek nedîtî, ji ber vê yekê divê em hemî çavkaniyên xwe bala xwe bidin ser şerkirina agirê daristanan di vê hefteyê de,"

Deok-soo agirpêketinên niha bi "xerabtirîn" di dîroka welat de binav kir û ragihand ku şewatên daristanan heta niha 17,000 hektar daristan û 209 mal û kargeh hilweşandine.

Han Duk-soo soz da ku hikûmet dê tedbîrên li dijî şewitandina çopên neqanûnî xurt bike û li gorî qanûnên derbasdar bi tundî bi binpêkeran re mijûl bibe.

Serokê Koreya Başûr herwiha got ku hikûmet dê rêwerzên bersivdana şewata daristanan û rêwerzên pêşîlêgirtinê binirxîne û baştir bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar