Di şewata ku derket de dayik û 2 qîzên wê yên astengdar jiyana xwe ji dest dan

Li Termeya navçeya Semsûnê di malekê de şewat derket, di encama şewata ku di malê derket de dayikek û 2 qîzên wê yên astengdar jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Termeya navçeya Semsûnê di malekê de şewat derket, di encama şewata ku di malê derket de dayikek û 2 qîzên wê yên kerr, kor û lal bûn jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Termeya Semsûnê di mala Sevîm Semîzê 80 salî de şewat derket. Yekîneyên îtfayê yên ku hatin cihê bûyerê mudaxeleyî êgir kirin. Piştî ku şewat hat tefandin re di malê de lêkolîn hat kirin. Di dema lêkolînê de hat tespîtkirin ku Sevîm Semîzê 80 salî û 2 qîzên wê yên ku kor, kerr û lal bûn jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyên dê û qîzên wê hatin rakirin mirîxaneya nexweşxanê.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin