Di şewata li Bolîyê de pîreka ciwan a Mêrdînî canê xwe ji dest da, bavê jandar krîza dil derbas kir

Di şewata ku li navçeya Kartalkayaya Bolûyê di nav otêlekî de derket de, Dîlara Ermanogluya 24 salî ya Mêrdînî canê xwe ji dest da. Bav Ferman Ermanogluyê ku xebera wefata qîza xwe stand, li ber nexweşxaneyê krîza dil derbas kir.

Li navçeya Kartalkayaya Bolûyê di Otêla Grand Kartalê de şewat derket, di encama şewatê de 79 kes canê xwe ji dest dan, 51 kes jî birîndar bûn.

Di navbera mirovên ku canê xwe ji dest dane de Dîlara Ermanogluya 24 salî ya Mêrdînî jî hebû.

Bavê Dîlarayê Ferman Ermanoglu ku xebera wefata qîza xwe stand, ji Mêrdînê çû Bolûyê, li ber nexweşxaneya ku otopsî dihatin kirin sekinî. Encax bav Ferman ji vê êş û janê re zêde tehemûl nekir û di demeke kurt de krîz kir.

Bi midexeleya ekîbên tenduristîyê bav Ferman ji nexweşxaneyê re hat rakirin û hat hînbûn ku rewşa wî ne baş e.

Cenazeya Dîlara Ermanoglu piştî katên otopsîyê ew ê ji Mêrdînê re bê şandin û li wê derê bê definkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê