Di şewata otêla li Bolûyê de hejmarê candayînan derket 79an

Serdozgerîya Komarîya Bolûyê, daxuyand ku di encama tespîtkirina DNAyan hejmarê candayînên di şewata otêla li Kartalkayayê de derket 79an.

Hat îfadekirin ku hêj xebatên tespîtkirina nasnameyan candayînan berdewam dike.

Heta niha nasnameya 56 kesan hatin tespîtkirin û testên DNAyan berdewam dikin.

Serdozgerîya Komarîya Bolûyê, diyar kir ku di encama testên DNAyan de hat tespîtkirin ku 3 kesên dinê jî canê xwe ji dest dane.

Bi tevî van 3 kesan hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 79 kesan.

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, ragihand ku hejmarê binçavîyan derket 11 kesan, Alîkarê Serokê Mesulê Îtfaîyeyê ya Şaredarîya Bolûyê û Midûrê Îtfaîyeya Şaredarîya Bolûyê jî hatin binçavkirin.

Wezîr Tunç, diyar kir ku lêkolînên lijneya ku 7 kes in berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno