Di şewata otêla li Bolûyê de hejmarê mirîyan derket 76an

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di şewata li Bolûyê de hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 76 kesan.

Wezîr Yerlîkaya li herêma şewatê ji endamên çapemenîyê re daxuyanî da.

Yerlîkaya weha got, “Şewata ku hêj nehatîye tespîtkirin hat vemirandin. Xebatên lêgerînê temam bûn. Em nikarên êş û jana xwe terîf bikin. Hejmarê însanên me yên ku wefat kirine 76 kes in.”

Wezîrê Tenduristîyê Memîşoglu jî weha got, “51 birîndarên me hene. Rewşa yekî giran e. Me 17 birîndaran teburcî kir, yên dinê jî li nexweşxaneyên me tedawîyên wan berdewam dikin. Rewşa wan baş in.”

Wezîrê Ewlehîya Civakê û Xebatê Vedat Işikhan jî weha axivî, “Wek ewlehîya tenduristîya kar, em wek wezaretî li vê derê ne. Me 4 sermifetîşên xwe da wezîfedarkirin. Bila serê gelê me yê ezîz sax be.”

Wezîrê Turîzm û Çandê Mehmet Nurî Ersoy jî di daxuyanîya xwe de weha got, “Di sala 2021 û 2024an de denetimên sinifkirin û tura otêlê hatîye kirin, di dema van denetiman de rihsatên vekirina cîhê kar û rihsatên şewatê hatine xwestin. Rihsatên şewatê yên ku îtfaîye dide heye. Heta niha ji teref îtfaîyeyê ve ji me re ti bûyerekî xerab nehatîya îhbarkirin. Du heb pêlên/derenceyên şewatê hene. Pêvajoya tehqîqatê dewam dike. Serê me hemûyan sax be, ji yên ku xizmên xwe winda kirine re daxwazîya sebrê dikim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar