Di tayîna mamosteyan de şerta KPSS betal bû

Rêziknameya Guhertina Rêziknameya Giştî ya Der barê Îmtîhanên ku ji bo kesên ku di meqamên dewletê de cara ewil e wezîfedar kirin bên kirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di tayîna mamosteyan de şerta KPSSyê hat betalkirin.

Li gor rêziknameya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îmze kir û di Rojnameya Fermî da hat weşandin, ji 1ê Îlona 2025an pê va ji bo tayînkirina mamosteyan şertê KPSSyê nayê kirin.

Heya wê dîrokê rêziknameya kevn wê derbasdar be.

Yusuf Tekînê Wezîrê Perwerdehiyê jî çend roj berê jî gotibû, “Di sala 2025an de ji bo namzetên me yên mamosteyan KPSSê nîne. Bi protokola ku me bi OSYMê re çêkir, me îmtîhanek bi navê Îmtîhana Têketina Akademiyê (AGS) organîze kir. Ew ê di 13ê Tîrmeha 2025an de yekem car were lidarxistin. Li gorî encamên AGS'ê em ê tayîn kirin û pêvajoya ketina Akademiya Perwerdehiya Neteweyî bidin destpêkirin. Em ê piştî perwerdeya li Akademiyê hevalên xwe yên mamoste îstîhdam bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin