Di tehqîqata bêrêtî ya li dijî ÎBByê de pêla duyemîn

Di operasona pêla duyemîn a ku di çarçoveya tehqîqata bêrêtî ya li dijî Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê hatibû destpêkirin de, ji 30 şikdarên ku ji dadgehê re hatibûn sewqkirin ve 18 kesê wan hatin girtin.

Di operasyona bêrêtî ya pêla 2yemîn a li dijî ÎBByê de 18 kes hatin girtin.

Şikdarên ku ji Seraya Edaleta Stenbolê ya li Çaglayanê re hatibûn sewqkirin, ji teref hakimtîya cezaya silh a nobedar ve hatin pirsyarkirin. Dadgeh derheqê 18 kesan da biryara girtinê da, ji bo 12 kesan jî biryara tedbîrên kontrolên curbecur wek “qedexeya derketina derve” û “mesulîyeta avêtina îmzeyê” da.

Di tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Stenbolê ve hatibû destpêkirin de, şikdarên ku di nav wan de Serokê ÎBByê Ekrem Îmamoglu jî heye bi sûcên wek, “îdarekirina rêxistina sûcê”, “endambûna ji rêxistinê re”, “îrtîqap”, “rişwet” û “nehiqûqîya îhaleyê” tên sûcdarkirin.

Operasyon, ji teref Midûrtîya Şûbeya Micadeleya bi Sûcên Malî ve li Stenbol, Enqere û Tekîrdaxê di 26ê Nîsanê de bi hevdemî hatibû lidarxistin û derheqê 53 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn.

Tê texmînkirin ku ew ê tehqîqat di rojên pêş de bê berfirehkirin û berdewamkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket