Di teqsîyên bazirganîyê de qewla mecbûrîyeta kamerayê hat dirêjkirin

Wezareta Karên Navxweyî roja tetbîqkirina şert û mercên şopandina wesayîtan û pergala kamerayê ya ji bo teqsîyên bazirganî, teqsîyên hevpar û wesayîtên veguhestina giştî ya şaredarîyê ji 1ê Tîrmehê re taloq kir.

Wezareta Karên Navxweyî dema mecbûrîyeta şopandina wesayîtan û pergalên kamerayê yên di wesayîtên ticarî de dirêj kir.

Rêziknameya ku dihat plankirin di 1ê Adara 2025an de dest pê bike ji bo 1ê Tîrmeha 2025an hat taloqkirin.

Di çarçoveya guherîna Rêziknameya Trafîkê ya Otoban de ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, wesayîtên ticarî yên ku amûrên ewlehiyê yên wekî sîstema şopandina wesayîtan, qeydên vîdyoyê û butonên acîl tune ne, piştî 1ê Tîrmeha 2025an dê nikaribin ji kontrolên ku dê bên kirin derbas bibin.

Armanc ew e ku bi saya kamerayên hundurîn û sîstema şopandinê asta ewlehîyê hem ji bo ajokar û hem jî ji bo rêwiyan zêde bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê