Di Tinêle Erkenekê de qeza çêbû: 1 mirî, 1 birîndar

Di nav Tinêle Ernekeka ku li ser rêya Meletî-Semsûrê ye de wesayîtek li tirê qelibî. Di encama qezayê de mirovekî canê xwe ji dest da, mirovekî jî birîndar bû.

Qeza, di seat 12.30yan de di Tinêla Erkeneka navçeya Doganşehîra Meletîyê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 33 ANP 072 ya ku di bin îdareya Î.Ç. (75) de bû, ji ber şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji paş ve li tira bi plaqeya 31 B 5123 qelibî.

Di encama qezayê de pîrekek bi navê Z.Ç. (78) salî ya ku di nav wesayîtê de bû, canê xwe ji dest da. Şofêrê wesayîtê jî birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku mirovê birîndar ji nexweşxaneyê re hat rakirin, cenazeya pîrek jî ji bo otopsîyê ji Sazîya Tip a Edlî re hat şandin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê