Dijminê Îslamê Paludanê ku Qurana Pîroz şewitandibû 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

Dadgeha Swêdê, ji Rasmus Paludan ê ku gelek caran heqaret li Quranê kir û Qurana pîroz şewitandibû re, bi îddiaya "tehrîkkirina nefretê" 4 meh cezayê girtîgehê birî.

Dadgeheke swêdî, serokê partiya rastgir a tundrê Rasmus Paludan, ji ber teşwîqkirina nefretê li cihên giştî 4 meh cezayê girtîgehê birî.

Li gorî çapemenîya welat, Paludan di Nîsan û Îlona 2022an de bi şewitandina Qurana Pîroz li Malmoyê sûcekî nefretê kiriye.

Li gorî dadgehê, Paludan hem di daxuyaniyên xwe yên der barê Mislimanan de û hem jî di çarçoveya şewitandina Quranê de "bêhurmetî nîşan da, tevî misilmanan" û kiryarên wî "bi rexnekirina Îslamê an jî gotinên siyasî yên hilbijartinê nayên rewakirin."

Partiya rastgir a tund di sala 2017an de ji teref Paludanê ve hat damezrandin. Paludan bi gelek vîdyoyên dijî-îslamî yên li ser YouTube tê naskirin. Palûdan û partiya wî, ku çend caran Quran Pîroz ku kitêba pîroz a misilmanan e, li ber çavê her kesî bi sefseteya "azadiya derbirînê" şewitandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê